Termes les plus recherchés
[PDF](+53👁️) Télécharger Monde diplomatique kurdî 6 (2010 Nîsan) pdf
Monde diplomatique kurdî 6 (2010 Nîsan)Independent Kurdish Media Group GmbHBerlinTélécharger gratuit Monde diplomatique kurdî 6 (2010 Nîsan) pdf
ŞERRÊARMAGEDDON'ÊU RÊYE? • FaysaiDagi. • +2
Rûsya di rêya kê de dimeşe?
Hikûmeta Hewlêr'ê bê stratejiya medyayê ye
Hejarê Şamil • ^4
Dr. John Hogan & Prof. John Trumpour • ►is
Welatên din: 4,00 Euro
Nîsan 2010 - Hejmar 6 www.lemondekurdi.com • info@lemondekurdi.com 32 Rûpel
Bûrqa; axaftinên vala
Serge Halimi
Bandora şerr û şîddetê li
ser civaka kurd
D iyar e fransiyên ku hej-
mara minareyên li Swîs-
re’yê û jinên bi "bûrqa”
yên li Fransa’yê (sê sed û şêst û
heft kes (tj) agahdar in, ji yên
dizanin ku xezîneya dewletê
piştî stendina biryareka "tek-
nîkî’’ ji alî desthilata tenfîzî ve
20 milyar euro wendakiriye
zêde ne. Bi rastî, beriya hejdeh
mehan, li cihê ku hikûmeta
Fransa’yê alîkariya ji bo banka-
yên li ber îflasê têxe ber şertê
beşdariya bi sermiyanên wan
yên ku dikarîbûn piştre bên fi-
rotin bi qazenceke girîng, wê
deynek bi şertên ku, van banke-
yan bawer nedikir, da wan.
Bîst milyar euro qezenc gihîşt
peredarên bankeyan, hewatekê
qasî kêmketina budce ya ewle-
kariya civakî ya sala borî ye (22
milyar euro), û dike çil car teva-
hiya hatina aborî ya salane ku
dewlet pêktîne, dema ku ew ji
du karmendên dibin xanenîşîn,
cihê yekî tenê tijî dike.
Hatina li ser xwe ya Eniya Ne-
teweyî di hilbijartinan de û bi
awayekî giştî ya rastgirên eks-
tremîst li Ewrûpa’yê ne dûr in ji
vê belawelakirina bala raya giştî
di nav tekstê gengeşiyên erzan
ku dikutin û pûşikê babetên gi-
rîngtir de ku dibêjin ew pir zeh-
met in ji ‘evdên xwedê’ re.
Birêz Nicolas Sarkozy yê fi-
yaskoya hilbijartinên herêmî li
dû wî ne, wê dest bi "reforma
mutaqaîdan” bike. Ji ber girîn-
giya encamên civakî û samanî, ji
niha ve em dizanin ku hikûmeta
Fransa dixwaze xelkê bi "gotû-
bêja li ser bûrka yê” mijûl bike.
Helwest li hember vê manev-
reyê, esse ne bi awayê ku dide
xwuyan herwekî parastina sem-
boleke taristaniyê ye. Ji xwe, çê-
nabê fêmînîstên - mêr û jin- ku
li dijî bûrkayê derdikevin, bi ra-
sîsmê bên gunehbarkirin. Lê
çawe mirov, rastgirek ku hema
li herderê qedera xwe bi ya
dêran, patriyarkê û bi nirxên olî
ve girêdaye û ku ji nişkave bi
xwe hesiya ye ku dilxwazê la-
yikbûnê, fêmînizmê û ramana
azad e, wek pêkenokekê ne-
bîne? Ji bo rastgiran jî, îslam
mûcîzeyan pêktîne!
Di sala 1988’an de, birêz Ge-
orge H.W. Bush şûna Ronald
Reagan girt. Piştî kampanya-
yeka ji demegojiyeke balkêş ku
têde daxwaza krîmînalîzekirina
sotana alaya stêrkirî kiribû. -
Salê, ji carekê heta heft caran ev
tişt çêdibe.- Bi wêrekiya ku em
dikarin xeyal bikin, ji sedî 90’ê
parlementerên amerîkî tedbî-
rek çewsaneyi bi vê wateyê
standin, lê dadgeha bilind ew
neyinkir. Di wê demê de bi xwe,
yekji hetîketiyên herî mezin di
dîroka aborî ya Dewletên Yek-
girtî yên Amarîka’yê, ya banke-
yên danîna pereyan ku
Kongre’yê ew ji hukmê rêbazan
azad kirine û dûre hatin talan-
kirin ji hêla hîlebazên piştgirtî,
ji hêla hilbijêrên ku kampanya-
yên wan van hîlebazan fînanse
kiribûn. Di sala 1988’an de, bêje
hema tu kesî pêjin ji xwe ne anî-
bûn li ser xetera xapandineka
wiha, tevî ku ji berê ve dihat
zanîn. Pir tevlîhev bû, û dûre
parastina alê mêjiyê herkesî da-
girtibû.
Hetîketiya bankeyên danîna
pereyan 500 milyar dolar li ser
bacderên amarîkî kirin. Emê di
nêzîk de bizanin ka bi rastî çi li
pişt "bûrka" yê heye û ka bihayê
wê li ser me çiye?
Wergera ji fransî
Şergo Omar
(1) Ger hesabekî pir zelal ji hêla Rê-
veberiya Navendî ya Saloxdariya Hundi-
rîn (DCRI) bê kirin!
D ema di pirsgirêkên
şîddetê de, weke
şêweyê herî dijwar
jî di şer de, mirov
werin kuştin yan
birîndar bibin (wateya vê jî ew
e ku hin mirov hin mirovên din
dikujin yan jî birîndar dikin),
hingî ev rewş bi serê xwe xisleta
civakekê yan jî civatekê gelekî
diguhere. Ew xislet û karakte-
rên civakan heta bi ferdan bi
xwe diguhere, lewra wateyeke
taybet a jidestdana jiyana miro-
van û pêkanîna şîddetê, ji bo en-
damên civakan heye. Di encama
şerekî bi vî rengî de mirina mêr,
Ahmet Giimiiştekin (Qurbaniya Trûwa'yê)
(Derbarê hunermend de rûpel 31]
jin û zarokan ji bo tevahiya ci-
vakê serboriyeke gelekî girîng û
bitesîr e. Ev serborî hevîrê ji-
yana wan disitire. Li ser mijara,
ka civak wê çawa pêşkeve û bi
pirsgirêkên xwe re bike der,
bandoreke mayînde li civakê
dike.
Dema şîddeta fizîkî demdirêj
be, hingî bandoreke wê ya ew-
qasî bi tesîr li ser civakê çêdibe,
ku ‘çandeke şîddetê’ (Bar-Tal,
2000) pêk tîne. Ev tecrûbe û
serboriya demdirêj a bi şîddetê
re ya ku gelek nifşan digire nav
xwe, di warê hisî de jî digihêje
endamên civakê, wan dikşîne
nava ya diqewime û dikeve nav
hilberandina civakî ango sazî û
tevnên agahdarkirinê yên ci-
vakê. Bi demê re mînakeke
çandî pêk tê. Di nava vê mînaka
çandî de baweriya sereke ya ci-
vakî, ji bo bîranîna hevwelati-
yên jiyana xwe ji dest dayî
pêkanîna rîtuel û merasîman û
ji bo rûmet û bîranîna kesên
hatin kuştin avakirina abîdeyan,
hene. Bi guherandina bîrûba-
weriyê û pêre jî rabûnûrûniş-
tina endamên civakê, ev yek
şopan li pey xwe dihêle. Bi dax-
waza xwe ya ewlekarî û paras-
► 16
NÎSAN 2010 — LE MONDE diplomatique
2
ATOMÊN ÎRAN'Ê WÊ BI SERÊ KÊ DE BITEQIN?
Şerrê Armageddon’ê li rê
Faysal Dagli
L i gor cîwanokên ise-
wiyên protestan 'Ar-
mageddon’ şerrê da-
wîn yê navbera xristi-
yan û muslumana ye.
Heman bawerî di nav musluma-
nan de jî wek hatina Mehdî û
şerrê wî bi Yecuc û Mecûc re tê
îfadekirin.
Li gor fundamentalîstên pro-
testan ji bo ku îsa Mesîh careke
din were jiyanê divê di navbera
xristiyan û muslumanan de
şerrê nihayî yanê ‘Armageddon’
biqewime.
Ji bo ku ev şer biqewime divê
an cihû êrişê muslumanan an jî
musluman êrişê Cihûyan bikin.
Li gor efsaneyê şerrê Armaged-
don wê li girê Magedon ku li
nêzî Qudus’ê ye biqewime. Li
gor efsanê şer wê bi êrişa mus-
lumanan ya ser Beni Îsmaîliyan
destpêbike. Fûndamentalîstên
Protestan dibêjin ku vî şerî de
lazime ew piştgiriya Îsraîl’ê
bikin. Lewra Hazretî îsa jî wek
'Şêrê Îsraîl’ê’ hatiye jiyanê. Heta
ku cihû li dijî muslumanan di vî
şerî de bisernekevin wê îsa ca-
reke din nezivire cîhanê. Ji ber
vê yekê hevkariya Îsraîl’ê fer-
maneke ayînî ye. Di vî şerî de
tenê wê 144 hezar cihû xelasbi-
bin. Wê ew jî îman bi îsa bînin.
Bi vî awayî vê li cîhanê tenê ba-
wermendên îsa bimînin.
‘Mehdî’ Ahmedînejad û
‘Mesîh’ Obama!
”Bê ku em hîç tawîzek bidin,
di nava çend salan de em bûn
welatekî nûkleerî. Hêza nûk-
leerî ya îran’ê, desthilatiya per-
gala otorîter ya gerdûnî şikand.
Niha 3 hezar santrîfuj dixebitin.
Her hefte xelekek nû ya santrî-
fujan tên damezîrandin. Ji alî
me dosya ya nûkleer hat girtin.
Yek dû dewlet bîlesebeb feryad
dikin. Bawer bikin nikarin tiş-
tekî jî bikin.”
Ev gotinên jorê yên Serokko-
marê îran’ê Mahmûd Ahmedî-
nîjad’in. Gelo rast e ku Ahmedî-
nîjad ewçend wêrek û prowo-
katîf biaxife û îran gav bi gav
ber bi armanca bidestxistina
çekên atmomîk bibe û di serî de
Amerîka û Îsraîl û alema Rojava
jî vê hewldana îran’ê bê ku tiş-
tekî bikin temaşe bike? Wek Ah-
medînîjad dibêje bi rastî Ame-
rîka û Îsraîl nikarin li dijî hewl-
danên bombeyên atomî yê
îran’ê tiştekî bikin?
îran li dijî biryara Licneya
Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî
bernameya dewlemendkirina
ûranyûmê didomîne û hijmara
3 hezar santrafûjên heyî dux-
wazê derxe 50 hezarî.
Serokê Licne ya Enerjiya
Atomî ya Navnetewî (LEAN)
Muhamed Baradai di raporta
xwe ya dawîn de dibêje ku ber-
nama dewlemendkirina ûran-
yûmê ya îran’ê di bin qapa-
sîteyê de dimeşe û Tahran hîn jî
dûrî hedefa hilberîneke xeter ya
sotemeniya nûkleer e. Li gor ra-
porê hevkariya îran’ê li gel LE-
AN’ê gaveke girîng e û gerek
dewlemendikirina ûranyûmê
gerek jî înşakirina raelttora hil-
berîna platonyûmê ya Rejima
Tahran’ê gelek hêdî dimeşe. Li
gor pisporên leşkerî û enerjiya
nûkleer, îran di navbera 3 û 8
salan de wê çekên atomî hilbe-
rîne. Li gor Ahmedînîjad ew
‘gelek nêzî lûtkeyê ne.’ Wiha
diyar e ku îran a nêzî lûtkeyê
bernama xwe ya nûkleer negu-
hurîne Amerîka û Îsraîl beriya
bidestxistina bombeya atomî
wê li îran’ê bidin.
Wiha diyar e ku di derbarê
pirsgirêka hewldanên bidest-
xistina çekên atomî yên îran’ê û
biryara Amerîka û Îsraîl’ê ya dij-
beriya vê yekê wê Rojhilat a
Navîn nêzî şerrê Armageddon
bike!
Têkoşîna Navbera
Şaristaniyan
Helbet hewldanên hêza atomî
tenê nînê yê ku îran û Amerîka
aniye dijî hevûdû. Şoreşa Îslamî,
ku rejima Şah ya hevkarê Ame-
rîka ruxand, Washington’ê li
Rojhilat a Navîn ji dosteke
mezin bêper hişt. îran a Îslamî
piştî têkçûna sosyalîzma real li
cîhanê wek dijbereke berjewen-
diyên Amerîka cîhê Rusya girt.
Meleyên îran’ê bi taybetî li Roj-
hilat a Navîn, li erdnîgara îs-
lamî, Asya navendî û Kafkasya
wek rakîbê alema Anglo Sakson
tev geriya.
Piştî dagira îraq’ê jî ku Ame-
rîka û îran bûn cîranên hevûdû
nakokiyên navbera herdû aliyan
wek rewşeke rasteqîn hat ro-
jewê. Niha şerrê navbera Tah-
ran û Washington’ê li Filistîn,
Lubnan, îraq, Afganîstan û çend
deverên din didome. Lê wiha
diyar e ev şerrê sar yê aliyan di
demekî nezîk de wê wek tofa-
neke germ rengê xwe buguhu-
rîne. Lewra Amerîka di pêva-
joya ‘şerrê navbera şaristaniyan
de’ wek rakîbê herî xurt îran’ê li
hember xwe dibîne. Di hemû
hesabên Amerîka yê Rojhilat a
Navîn de îran wek nokê hesinî
di gewriya Amerîka de dieliqe û
rayedarên Amerîltî vê noka he-
sinî nikarin daqurtînin. Evyek jî
perdeya dawîn ya têkoşîna
herdû aliyan bileztir dike.
Di şerrê îraq’ê de Amerika bê
ku bihesibîne, îraq a Şia diyarê
îran’ê kir. Amerika ku berî ru-
xandina rejima Saddam, Şîayên
îraq’ê wek hevkarê xwe diza-
nibû, piştî dagira iraq’ê xeletiya
vê hesabê xwe baş naskir. Ame-
rîka ne Şîayan, lê Şîa ji Amerîka
îstifade kiribû. Rejima Tahran’ê
piştî ku Amerîka kaşî dafika
iraq’ê kir û Rejima Saddam ru-
xand, qertê Şîayan ji destê wan
stend, li iraq’ê dîsa bi saya Şîa-
yan darbeyên gewre li pîlanên
Amerîka dide. Li aliyê din li gor
agahiyên ku ji deverên kûr ve
tên, di navbera Qaîde û îran’ê de
hewa sar belavbûye û di nav-
bera wan de li dijî Amerîka ceh-
peyekî hatiye sazkirin. Yanê
îran di heman katî de li iraq’ê
komên Sune yên êrişkar jî li dijî
Amerîka manipule dike. Tê ba-
werkirin, li iraq’ê di teqandina
her bombe û fîşeka dijî hedefên
Amerîkî de tiliya meleyên Tah-
ran’ê heye.
Niha di hilbijatinên dawîn
yên iraq’ê de Barack Obama
dixwaze xeletiya Bush sererast
bike û ji ber vê yekê Malîkî yê ku
teslîmê îran’ê bû, bi Alawî re
duguhurîne. Yanê Amerîka ji
çemê iraq’ê derbasbû niha
dema guherîna hespê ye!
Tahran wek her baharan di
bahara 2010’an de jî bi topba-
rana ser Başûrê Kurdistan’ê ras-
terast li dijî serdestiya Amerîka
dest bi operasyonên germ ki-
riye. Wateyeke topbarana îran’ê
ya gundên sînorê Kurdistan’ê jî
ev e. Herwiha balkêş e ku
Obama jî wek Bush hefta borî
hat iraq a ku ji alî îran’ê ve tê
bombekirin û di derbarê vê me-
selê de bêdeng dimîne. Diyar e
wê Obama jî wek Bush demekî
li iraq’ê kuştina leşkerên xwe
yên ji alî îran’ê ve temaşe bike.
Divê neyê jibîrkirin ku hêzen
Brîtanî ku qaşo li dijî berbend-
kirina xetera îran’ê li Başûrê
iraq’ê hatibûn mewzîkirin, wek
vekişîna Necef’ê hêdî hêdî dev
ji sengerên xwe berdidin bi vî
awayî împaratoriya herî kev-
narê ya Rojava li hember impa-
ratoriya herî kevnare ya Roj-
hîlatî neçar û belengaz dimîne.
Balkêş e li hember ev wêrekî û
çalakiyên îran’ê generalên Ame-
rîkî, li iraq’ê heta niha tenê ka-
ribûne çend dîpolamatên Tah-
ran’ê derdest bikin. Lê serê ge-
neralên Pentagon’ê ku heryek
bi qasî hemû Artêşa îran’ê hêz-
gewren e, ji alî kesên wek Muk-
teda Sadr ê ve tên gerandin û
ew di germola iraq’ê de heta
niha nizanin çi dikin?
Dema mirov li dîroka nêz ya
iraq, îran û Amerîka temaşe
dike yekser trajîkomedî tên bîra
mirov; Amerîka di sala 1979an
de bêrê Saddam Huseyîn dabû
îran’ê. Biaqilên Pentagon’ê qaşo
wê bi destê Saddam, Şoreşa îs-
lamî têk bibrana û dostê xwe
yên ruxandî Şah Riza careke din
vegerandina ser textê wî yê li
Tahran’ê. Bi saya êrişa Saddam
Şoreşa Îslamî li îran’ê temam
bû. Di berdewama vê serpêha-
tiyê de Saddam bi kindirê îran’ê
hat sêdarê kirin, iraq ji alî Ame-
rîka ve hat dagirkirin lê ji alî
îran’ê ve hat fehtkirin û ev fîlmê
trajîkomîk hîn jî didome.
Sînorên îran’ê ji nêzî
Qudus’ê destpêdike!
Di pirsgirêka Filistin’ê de Me-
leyên Tahran’ê bi saya bandora
xwe ya li ser Hamas’ê hemû pî-
lanên Amerîka û Îsraîl’ê têk
dibin. Herçend Îsraîl qaşo Ha-
mas’ê tecrît dike û Fetih û hikû-
meta Mehmûd Abbas diqetîne
jî, berewajiyê vê yekê jî rast e.
Mirov karê bêje îran, Hamas’ê ji
bin tesîra pîlanên Îsraîl’ê dûr-
dixe û bi vî awayî di siyaseta
navxweyî ya Îsraîl û Filistîn’ê de
wek mînaka Hîzbûllah a Lub-
nan’ê, enstrumanên taybetî dia-
firîne. Lewra li Filistin’ê Fetih
êdî li gel Îsraîl li dijî Filistîniyên
din li dij Hamas e. Yanê Fetih û
Tel Awîw li aliyekî, Hamas û
Tahran jî li aliyekî ne. Bi vî
awayî îran coxrafya nakokî û
şer fireh dike û sînorê xwe yê
parastinê bi hezaran kîlometre
ji dûrî ve didamezrîne.
Di pirsgirêka navxweyî ya
ye?
Lubnan’ê de bi saya Hîzbûllah û
Feht-ûl îslam’ê pîlanên Amerîka
yên vî welatî hemû betal dikin.
Katûyşayên Hîzbûllah’ê ku ji
Tahran’ê tên îdarêkirin, ewçend
bihêzin ku di dîroka Îsraîl’ê de
cara yekem têkçûneke leşkerî bi
generalên cihû dide tamkirin. Bi
saya Hîzbûllah’ê Tahran di dew-
leta Lubnan’ê de wek hevparên
hikûmetên Beyrûd’ê yên qederê
ye. Ne bi wan ne jî bê wan dibe.
Hîzbûllah piştî sengera yekem
ya nav Îsraîl’ê di sînorê Îsraîl’ê
de sengera dûyem ya parastina
îran’ê ye. Heta desthilatiya me-
leyên Tahran’ê bimîne wê Hîz-
bûllah a Lubnan’ê jî bimîne.
Amerîka û Îsraîl piştî şerrê îsal
yê navbera Şîayên Lubnan’e û
artêşa Îsraîl’ê vê rastiyê careke
din teyît kirin. îran li Lubnan’ê
bi taybetî di navbera penaberên
Sune yên Filistînî de jî hevkarên
radîkal afirandiye. Bûyera Feth-
ul îslam ya sala 2008’an ku di
raûnda yekem de bi kuştina
sedan kesî bidawî bû, pîlanên
Tahran’ê dida dest. Wiha diyar
bû ku întîxarkirina çekdarên ra-
dîkal yên Feth-ul îslam’ê di
kampa penaberan de peyameke
xurt bû ji bo Amerîka’yê. Lewra
ew karibûn teslîm jî bibûna. Lê
wan "şehadetê” hilbijart! Bi vî
awayî tradîsyonekî jî afirandin.
Ji ber vê yekê di şerrê Gazza’yê
yê sala 2009’an de Hammas’ê li
dijê hêza erjeng yê Îsraîl’ê ka-
ribû berxwe bide. Divê neyê ji-
bîrkirin ku di civaka Lubnan û
filîstiniyên vî welatî de tevna
îran’ê ji bilî Hîzbûllah û Feth-ul
îslam’ê jî heye û heta niha Feth-
ul îslam nedihat naskirin!
Germola Afganistan’ê
Li Afganistan’ê 9 sal piştî da-
girê hîn jî hêzên Amerîkî û hev-
karên wan ji bilî bajarên
sihêtiya vî welatî nekirine. Hi-
kûmeta Kabîl’ê heta niha jî wek
hikûmeteke leşkerî ye û li welat
hîç projeyekî serkeftî yê civakî
pêk neaniye. Hêzen dagirker û
rejima Kabîl’ê hemû qabîlîyeta
xwe ji bo parastinê xercdikin.
Ger îro Amerîkî û hevkarên wan
ji Afganistan’ê vekişin, wê kê
rêya peytextê li dijî çekdarên
Talîban’ê bigre? Li aliyê din yek
ji sedemên dagirkirina Afganis-
tan’ê dorpêçana îran’ê bû.
Lewra li gor pîlanê stratejên
amerîkî, îran ji bakûr ve bihata
3
NÎSAN 2010 — LE MONDE diplomatique
Ahmet Giimiiştekin (Tayr û Tav)
dorpêçkirin wê di rewşa şerekî
parastinê de kûrahiya coxraf-
yayê nikaribûya bikarbaniya.
Helbet meleyên Tahran’ê jî der-
sên stratejiyê dîtibûn û baş za-
nibûn ku taktîka herî baş,
valaderxistina taktîkên dijmin
e. Ji ber vê yekê dagira Afganis-
tan’ê û tehdîdên ser îran’ê Talî-
banên Sune û meleyên Şîa anî
kêleka hev. îran bê ku ji sînorê
Afganistan’ê werê tehdîtkirin, lê
sînorê Afganistan’ê niha wek
tehdît bikartîne. Generalên Pen-
tagon’ê qaşo wê sînorê Afganis-
tan’ê li dijî îran’ê wek rêya
îxrackirina terorê bikarbanîna.
Esta sînorê Afganistan’ê ji alî
heman generalan ve ji bo ber-
bendkirina terorê ku ji îran’ê tê
ixrackirin, tê parastin. Bi saya
piştgiriya îran’ê, Taleban bi tay-
betî îsal careke din ji çiyayan
daket û dest bi şerrê partîzanî
kir. Di mehên dawîn de Talîban
û komên Usama Bîn Laden ku
tê gotin li îran’ê ye, dest bi rê-
zêerişên xurt yên li dijî yekîne-
yên Amerîka û hevkarên wan
kirine. Piştî ewqas hêz, desteka
navnetewî û hevkarên heremî jî
siyaseta Amerîka li Afganistan’ê
biserneketiye. Wiha diyar e ku
heta îran destê xwe ji Talîban û
komên din yên Îslamî nekşîne,
wê Amerîka li Afganistan’ê bi-
sernekeve.
Roviyên Tahran’ê, Afganistan
a Suneyakujiboruxandinare-
jima wan hat dagirkirin niha
wek sengera parastina welatê
xwe bikartînin û Amerîkî bê ku
nizanibin çi bikin li germola Af-
ganistan’ê bi sîberê re şer dikin.
Wiha diyar e amerîkiyan jibîrki-
rine ku musîbeta dawî li Yekî-
tiya Sowyet’ê anî şerrê Afganis-
tan’ê û Talebanên Afganî bûn ku
Pentagon alîkariya wan dikir. Lê
niha ew li Afganistan’ê ne û Ta-
leban li dijî wan şer dike. Tenê
ferqekî heye; Niha îran li pişt
Taleban e û ew li hedefê ne!
Divê em bînin bîra xwe ku Ame-
rîka meha borî serokê Cindûllah
a Belûcîstan’ê jî di ser da rovi-
yên Tahran’ê!
Hevkariya Şîa û Nusayriyan
îran herwiha wek sîbera Sû-
riyê jî tevdigere û rejima Şam’ê
li dijî Amerîka û Îsraîl’ê fît dike.
Tahran, Rejima Esad ji bo vala-
derxistina hemû pîlanên Ame-
rîka û Îsraîl’ê li heremê birêdive
û tevî Şam’ê blokeke hesinî li
dijî wan dirîse. Rejima Nusayrî
ya Şam’ê û Rejima Şîa ya Tah-
ran’ê li dijî berjewendiyên
alema Anglo Sakson û cihûyan
qedera xwe kirine yek. Ji vê al-
yansê heta yek neyê ruxandin
ya din wê li ser hikum bimîne.
Ruxandina Şam’ê, ruxandina
Tahran’ê ye û berewajiyê vê
yekê jî wê heman encamî bide.
Sûriye di parastina sînorên
îran’ê de sengera sêyem ya me-
leyên Tahran’ê ye. Ji ber vê yekê
di bûyerên wek kuştina Herîrî,
çekdarkirina Hamas’ê, Hîzbûl-
lah û Feth-ul îslam’ê û hêzên
heta niha nediyar de hevkariya
ev herdû rejimên ayînbrader
hevkariyeke stratejîk e. Divê
neyê jibîrkirin di backgraunda
vê îtîfaqê de Rûsya jî wek fîgu-
rekî siyasî tê xuyakirin. Li aliyê
din Rejima Husnî Mubarek ya
Kahirê yê jî ji bo li gel Amerîka
û Îsraîl bibe dostekî qedirşînas,
herçend li aliyekî vê di binî de
vê hevkariyê teyît dike, li aliyê
din wek braderê mezin yê
alema ereb di proseya vê nako-
kiyê de bi rola nabençîtiyê,
dewra 'Li Rojhilat a Navîn aştiya
bê Misir nabe’ didomîne.
Ji bilî vê yekê Rejima Tahran’ê
bi saya eqaliyêtên Şîa yên li we-
latên wek Siûdî, Pakistan,
Yemen û Emaret ev rejimen
dostê Amerîka’yê tehdît dike û
aloziyê li seranserê sahaya ber-
jewendiyên Amerîka’yê belav-
dike.
Roviyên atomî û
maceraperestên global
Gelo Amerîka û Îsraîl di serî
de xetera atomî wê heta kêngê
tahamula vê siyaseta îran’ê û
têkçûnên beramber îran’ê
bikin. Rayedarên Îsraîl’ê heta
niha gelek car diyar kirin ku
hewldanên bidestxistina bom-
beyên atomî yên îran’ê ji bo he-
bûna dewleta Îsraîl’ê xetera
herî mezîn e û ev mesele ji bo
wan xeta sor e. Îsraîliyan bi
gelek awayan jî tînin ziman ku
Amerîka li dijî îran’ê tedbîr nes-
tîne, ewê biserê xwe vê hewla
îran’ê berbend bikin. Tê zanîn
ku Îsraîl’ê di sala 1982’an de
santralên nûkleer yên îraq’ê bi
êrişên hewayî ruxandibû.
Rayedarên îran’ê jî li dijî ev
tehdîdên Îsraîl’ê ji devê Ahme-
dînejad îfadekirin ku êrişa îsra-
îl’ê wê bibe sedemê ji
holêrabûna vê dewletê. Di serî
de Bush û Obama gelek rayeda-
rên Amerîkî ji mêjve gelek
caran gotine ku ew firsend
nadin îran’ê da ku ew ûran-
yûmê dewlemend bikin û bi vî
awayî bibin xwedî çekên atomî.
Wek tê zanîn li Rojhilat a
Navîn Îsraîl yekta dewlet e ku
xwedî bombeyên atomî ye. Her-
wiha hebûna çekên atomî yên
Pakîstan’ê li gor dengêyên Asya
ya Nêz yanê dengeyên navbera
wan û Hîndîstan’ê tê hesibandin
û li dervayê mijarê tê girtin. Lê
helbet Amerîka vê yekê jî dihe-
sibîne û li ser girên Afganistan’ê
temaşeyê bombeyên îslama-
bad’ê dike.
Ger îran hêza atomî bidest
bixe wê li Rojhilat dengeya heyî
xerabibe û serdestiya Îsraîl’ê ji
holê rabe. Xofa bombeyên
atomî heta niha wek dîwarekî
nedîtî 6 milyon cihû û îsraîlî li
dijî 230 milyon ereb û milyarek
musluman parastiye. Ger îran
vê çekê bidest bixe wê parastina
Îsraîl’ê betal bibe û dengeyên
leşkerî dîsa werin ser hesabên
konwansiyonel. Ev jî tehdîdeke
mezin e li ser Îsraîl’ê. Herwiha
li gor pisporên rojavayî li dew-
leteke ewçend radîkal ku têki-
liya wê bi rêxistinên radîkal yên
Îslamî re hene, li seranserê cî-
hanê xetereke atomîk rûdide.
Bi vî awayî ev pozberiya mi-
jara bermaneya nûkleer ya
îran’ê ji niha ve wek sebebê şe-
rekî navbera Amerîka û îran’ê
de ku tarîxa wê ne diyar e tê he-
sibandin. Hemû hesabên siyasî
niha li ser şerrê mêjûnediyaryê
navbera Amerîka (Îsraîl) û
îran’ê tên kirin. Muxalefeta
îran’ê li gor vî hesabî tevdigere,
kurdên îran’ê li benda vî şerî ne,
dewleta îran’ê amadekariyên
xwe li gor vî şerî dike, Amerîka
hêzên xwe li gor vî şerî tanzîm
dike. Ji bilî vê yekê ji ber ew se-
demên ku me li jorê analîza wê
kir, Amerîka, îran’ê wek rakîbê
herî mezin li Rojhilat a Navîn di-
zane û îran, Amerîka wek xe-
tera herî mezin! Bi kirtahî şer
navbera Amerîka û îran’ê di ke-
mînê de ye.
Dick Cheney’ê cîhgirê Serok
Bush, bi perê Sûdiyên dijminên
mezhebî yên Şîatiyê û bi hêza
saloxdarî ya Îsraîl’ê ji bo têkbi-
rina îran’ê operasyonên sergirtî
pêk dianî. Stratejên Pentagon û
Qesra Spî ji mêj ve li ser pîlanên
pasîfîkasyona îran’ê hildiberî-
nin. Heta niha siyaseta macera-
perest ya Amerîka serî bi
roviyên Tahran’ê re dernexis-
tiye. Lewra di hemû nakokiyên
navbera aliyan de îran’ê heta
niha paşve gav neavêtiye û hîç
hevkarekî xwe ji dest nedaye.
Bi vî awayî di têkoşîna dijî ro-
viyê atomîk de, maceraperesten
global niha opsiyona yekta yanê
mudaxeleya leşkerî anîne ser
masê. Ji ber vê yekê leşkerên zê-
detir li Afganistan’ê bicih kirine,
li îraq’ê Alawî anîne ser hikum
û bi Baasiyên kevn re lihevha-
tine.
Li gor çavdêrên siyasî, ger
Amerîka li dijî îran’ê mudaxe-
leya leşkerî neke, wê ancax tenê
belavbûn û bihêzbûna îran’ê û
şikestina hêviyên xwe yên li he-
remê temaşe bike. Wiha diyar e
pîlanê hemû aliyan ji niha ve
amade ye. Gelo di vê germolê de
pîlaneke kurdan jî heye, an ewê
di pîlanên kesên din de bibin fî-
gûran?
NÎSAN 2010 — LE MONDE diplomatique
4
TÊKÎLÎYÊN RÛS Û KURDAN
Rûsya di rêya kê de dimeşe?
Hejarê Şamil*
Kurdan fêm kiribûn ku çi ji bo"girtîxaneya gelan"Rûsya ya Çar, çi ji bo
"bihûşta azadiya gelan Rûsya'ya Sovyet'ê", çi jîji bo"Rusya'ya demokrat"a ji nîrxên gerdûnî re
rêzdar"qîmetê wanji bikarhatina maşikekê wirdetir nebû.
***
Rûsya bi helwesta siyasî ya destek-nedana hebûna Kurdistan'ê, berovajî vê yekê bi
rawestîna xwe ya li dijî vê hebûnê, ji bo bi Kurdistan'ê re peymanên berfireh ên aborî mohr bike li
peşiya xwe kelem û astengiyeke pir mezin çêkir.
D îroka "evîna plato-
nîk” a di dirêjahiya
sedsala 20’emîn de
di navbêra kurd û
rûsan de rûda, ji
gazinca kurdê aşiq a li ser nan-
koriya rûs a maşûq pêk tê. Nê-
zîkbûna gelê Rûsya ya empatiyê
û liberketina wan a j i bo kurdên
bindest û nêzîkbûna gelê kurd ê
ji ber bindestiya xwe hînî psîko-
lojiya lêgerîna piştgiriyê bibû ya
ji bo "Sovyeta mezin/gelê Rûs-
ya" ku weke rizgarker didît, di
dirêjahiya sedsala 22’an de ber-
dewam kiriye. Radeyeke wiha
ya têkîliya watevî, di ti dema dî-
rokê de wernegeriyaye enca-
mên siyasî.
Kurdîstaniyan tim û tim di
nava xeyalên ku bi Rûsya’yê re
dest bidin hev evîna xwe dianîn
ziman, lê belê Rûsya, bi nazdarî
û nazenînî hewldida ku kurdis-
tanî li dervehi balkêşiya wê ne-
mîne. Bi tevî ku Serokê kurd
Mele Mustefa Barzanî ku 12
salê xwe li Rûsya’yê derbas ki-
ribû di salên 70’yî ya sedsala
derbasbûyî de gazincên xwe bi
gotinên weke "Kurdan her gava
rabûne raperînê ji rûsan alîkarî
xwestine, lê belê ti carî bersî-
veke erênî ji wan wernegirtine”
anîbû ziman jî, evîna kurdan a ji
Rûsya’yê re tim berdewam ki-
ribû.
Ev evîn, di dawiya salên
1990’an de ji bo kurdîstaniyan
bi xeyalşikestineke dûr û dirêj
bi encam bû... Di sala 1991’e de
gava ku Bush’ê bav li îraq’ê xist,
kurdan bi pirsgirêkên giran re
rûbirû hişt û xwe vedizand û ji
*Nivîskar, lêkolîner di derbarê kurdên
Sovyeta kevn de.
ber vê helwesta Bush kurdan
zulma nebûnê dikşandin, ji aliyê
din ve kurd ji helwestên Rûsya/
Sovyetan a di aliyê Saddam de jî
gelek xemgîn dibûn.
Wiha xûya dikir dawiya evîna
platonîk a mezin dihat.
Rûsya, di sala 1998’an de
xwedî li Serokê kurdan Abdul-
lah Öcalan derneket. Ev yek jî
bû darbeyeke herî mezin ku li
sewdaya kurdan a ji Rûsya’yê re
ket. Heta li gorî baweriya be-
şeke girîng ê gelê kurd, "li dijî
Öcalan û têkoşîna azadiya gelê
kurd, Rûsya di komploya nav-
dewletî de jî cîh girtibû.”
Di 2003’an de Rûsya ku li dijî
dîktatoriya îraq’ê di nav hêzên
hevpar ên navneteweyî de cîh
negirt û piştgiriya Saddam kir,
evîna kurdan a bê bersîv bi te-
vahî ji dest revand. Li Başûrê
Kurdistan’ê avabûna Dewleta
Federe ya Kurdistan’ê û ava-
bûna Hûkumeta Herêmî ya Kur-
dîstan’ê ango bi gotineke din
kêm be jî pêkanîna hesreta sed-
salan a gelê kurd a ji bo dewlet-
dariyê rûs’an xistibû nav tirs û
xofê de.
Ji bo Rûsya’yê ku di çarçoveya
siyaseta xwe ya li dijî Amerî-
ka’yê de nêzî bûyerên li Rojhi-
lata Navîn dibû, qêrînên azadiyê
yên kurdan li ber gûhê wê ferqa
xwe ji vize viza mêşekê pê ve ti-
nebû. Kurdên ku siyasetê di nav
tevkûjî û raperînan de hîn bûn,
êdî ji bin nîrê hêviyên bê bin-
geha maddî û evîna bê bersîv
derketibûn.
Kurdan fêm kiribûn ku çi ji bo
"girtîxaneya gelan” Rûsya ya
Çar, çi ji bo "bihûşta azadiya
gelan” Rûsya’ya Sovyet’ê, çi jî ji
bo Rusya’ya demokrat "a ji nîr-
xên gerdûnî re rêzdar” qîmetê
wan ji bikarhatina maşeyekê
wirdetir nebû.
Bi vî awayî ji salên destpêkê
yên sedsala 21. û pê ve, çirûs-
kên hêvî û baweriya dawî ya
Kurdîstan’ê li hemberî Rûsya’yê
vemirîn; têkîliyên kurdan û
rûsan derbasî qonaxeke nû bû.
Êdî kurd ji nêzîkatiyên îrrasyo-
nel ango ne-rasteqîn ên li hem-
berî rûsan derbasî nêzîkatiyeke
rasyonel ango rasteqîn bûn.
Bi sala 2003’an re bingeha si-
yaseta Rojhilata Navîn a Rûs-
ya’yê hilweşiya bû û nêzîkatiyên
li hemberî kurdan ên weke "bi-
karbîne û bavêje” têk çû bûn,
hatibin têk birin.
Bi gotineke din kowboyên
Washîngton’ê mûjîkên (gundî-
xulam) Moskowa’yê neçar hişti-
bûn ku li Rojhilata Navîn nalan
bidin hev.
Rûsya li hemberî guherîna
statukoyê û mêzênên li Rojhi-
lata Navîn nerazî bû. Nêzîkatiya
wê ya neyênî ya ji avabûna He-
rema Kurdistan’ê re, ji rewşa ra-
yedarên rûs ku bi israr ji
bikaranîna bilêvkirina pevya
"KurdistanӐ direviyan dihate
fêmkirin.
Di 28’ê Cotmeh a 2007’an de
dema ku li paytexta Hûkumeta
Herêma Kurdistan Hewlêr’ê
balyozxaneya Rûs hate vekirin,
hingî di daxûyaniya Wezareta
Karê Derve ya Rûsya’yê de bêyî
ku peyva "Kurdistan” were bi-
karanîn dihate gotin ku "li ba-
jarê îraq Erbîl’ê balyozxaneya
Rûsya’yê hatiye vekirin.” Di ber-
dewamiya daxûyaniyê de dema
navên kesên di merasîma veki-
rina balyozxaneyê de cîh girtine
dihate rêzkirin, ji bo Nêçîrwan
Barzanî weke "Serokê Hûku-
meta Herêma Federe ya Kurd’’
dihate behskirin ku ev yek dida
xûyakirin dîplomatên rûs hêna
di bin bandora dema Saddam
de bûn.
Rûsya, bi taybetî ji bo li hem-
berî hewildanên DYA’yê yên
"azadkirina îraq’ê” yên di salên
2003 - 2006’an de, di qada nav-
neteweyî de bibe asteng, her
wiha bi esasî Sûriye, bi qismî jî
di ser îran’ê re bi rêyên îstîxba-
ratî cesaretê bide "berxwedan-
van” ango bermayiyên Saddam
ên li îraq’ê. Lê belê Rûsya, bi
qasî ku nerazîbû ew çend jî bi
temkîn bû. Moskowa ku ji ali-
yekî ve serê wê bi çeçenan re di
belayê de bû, ji dengên dijber ên
li dijî hikûmeta navendî ya Tata-
rîstan û Başkurdistan’ê bilind
dibû bêzar dibû, ji aliyê din ve li
hemberî bandora DYA ya li Ûk-
rayna, Kafkasan û Asya Navîn
lewaz diket û bi pirsgirêkên
aborî re digewizî. Lewra Mos-
kowa bi awayekî cidî û eşkere,
ne wextê wê hebû û ne jî hêza
wê hebû ku li hemberî destê-
werdana DYE ya li Rojhilata
Navîn têbikoşiya.
Di vê demê de hin siyasetme-
dar û stratejên evîndarê "Rûsya
ya mezintir” dinivîsandin ku "ji
sala 2003’an û pê ve statukoya
li Rojhilata Navîn di ser îraq û
Kurdistan’ê re ketiye nav gûhe-
rînekê, lewma pêwîst e Rûsya ji
bo berjewendiyên xwe tevlî vê
pêvajoyê bibe û êdî wext hatiye
bi kurdan re têkîliyên aktîftir
deyne.” Lê belê nîrxandinên di
vî warî de li Kremlîn’ê ti bersîv
nedidîtin.
Yek ji alîkarê dostê Saddam,
Jirinovskî; A.Mitrofanov, ku rê
dida ber siyaseta Rûsya ya li Ba-
şurê Kafkasya’yê, wirditir çû û
digot: "Divê Gurcîstan di nav-
bêra Rûsya û îran’ê de were
parvekirin.” Mitrofanov, ji bo
Kafkasya dihatûyê pêşbîniyek
dikir û digot, wê çar dewletên
serbixwe, Rûsya, îran, Ermenîs-
tan û Kurdistan hebûna xwe bi-
parêzin. (Dugîn A.G. "esasên
Jeopolîtîkê." Beşê 5. Moskowa,
1997).
Bêgûman nêrînên ku digotin
"Kremlîn peşketina pêvajoyê
zehmet fêm dike" ji bo berhêlki-
rinê bûn. Rûsya, didît ku li Roj-
hilata Navîn statuko ber bi
guherînê ve dire lê belê bi bane-
kînên siyaseta derve ya ji he-
yamê Çar mîras mayî, nedix-
west bibe parçeyekî gûherînê.
Di 2003’an de Rûsya xwe ji
meşandina siyaseta aktîf a Roji-
lata Navîn dida paş. Mirov di-
kare behsa çend sedemên vê
yekê bike:
Berî hertiştî hewildanên DYA
yên gûhertina statukoya li Roj-
hilata Navîn, li dijî "berjewendi-
yên neteweyî” û "prensîbên
ewlekariya netewî” ya Rûsya’yê
bûn; ji ber xwemezindîtinê
Rûsya bibû dijber. Wê ne dix-
west bibe dûvikvanê DYA’yê û
nedixwest bi vî awayî mezin-
bûna xwe li ber çavan piçûk
bixwe.
Piştî îraq’ê bi hemleya îran’ê
û bi pêkanîna projeya Rojhilata
Navîn a Mezin re, wê bi destê
xwe amerîkiyan bikira hevparê
"sînorên xwe yên stratejîk” ên
di Kafkasya re derbas dibe.
Jixwe Rûsya’ya ku doktrîna ew-
lekariya xwe ya derve li dîjî ber-
firehbûna NATO’yê ava kiribû, ji
ber ku NATO di ser Polonya û
Bulgarîstan’ê gîhîştibû sînorên
Ewrûpa’yê, li Ûkrayna û Gûrcîs-
tan’ê ji meylên ji bo Bloqa Atlan-
tîk’ê heta dawî aciz dibû.
Ji aliyê din ve Rûsya, ji ber
rastiya "statuko gelek zehmet tê
gûhertin”, difikirî ku DYA li Roj-
hilata Navîn ketiye nav lîstikeke
dijwar de û hesap dikir ku Was-
hîngton wê di vê têkoşînê de
lewaz bikeve.
Rûsya dilê xwe xweş dikir ku
çawa serê wê demekê bi Afga-
nistan’ê re di beleyê de bû, hê-
viyên xwe diparast ku DYA jî wê
ji avzela Afganîstan’ê bi hêsanî
derneketa.
Kremlîn’ê ji xwe re weke rêya
herî rast dîtibû ku li dijî şerên
DYA’yê bi temkîn be, di her dî-
tina fersendê de avê şolî bike û
bi vi awayî siyaseta xwe bi rêve
bibe. Di rastiyê de Rûsya, li gel
vê rewşa xwe ya mayîna di ke-
mînê de, her wiha ji bo rêyên al-
ternatîf ji Rojhilata Navîn re
bibîne jî serê xwe gelek diê-
şand, lê belê dema ku didît
hemû rêyên zexm ji Kurdistan’ê
derbas dibe, hingî di nav hesû-
diya xwe ya li hemberî "xwediyê
Kurdistan’ê” Amerîka’yê, dig-
evizî. Moskowa îroniya "Rûsya
di rêya kesên din de nameşe. Lê
belê Rûsya di rêya xwe de jî na-
meşe’’ (nivîskarê hîcîv ê rûs
Konstantîn Melîxan) dijiya.
Di sala 2003’an de bi darbeya
ku Amerîka’yê li Bexda’yê xist
siyaseta Rûsya ya îraq’ê jî hil-
weşiyabû. Bi tevî ku di her fer-
sendê de gotinên şablonwarî
yên weke "Divê yekparebûna
xaka îraq’ê were parastin” bi-
kartanî jî, Rûsya’yê fêm kiribû
ku yekparebûna xaka vî welatî
rastî erezyona siyasî hatibû.
Ji ber ku hêza wê têrê nedikir
rawestîne, dixwest qet nebe,
nebe parçeyekî vê lîstikê. Siya-
setmedarên rûs, xeyalşkestî bi-
bûn; di her serdana li îraq’ê
dikirin Saddam bi mîlyon dola-
ran xelat dida wan, lê niha de-
riyê van xelatan hatibû girtin,
bazirganiya çekan jî êdî nema
dimeşiya. Hêzên hevkar ên
textê Saddam qûlipandibûn, ji
zû ve rahiştibûn para şêr a pa-
zara Kurdistan û îraq’ê. Rejîma
nû ya îraq’ê, deynên Saddam ên
li Rûsya’yê nas nedikir, pey-
mana derbarê fîrma herî mezin
a petrolê "Lukoyl” a bi dîktator
re hatibû kirin, a xebitandina
hevbeş a madenên petrolê yên
'Kurna Rojava-2’êdî têk çûbû. Di
îlona 2005’an de, Serokkomarê
îraq’ê Celal Talabanî, di daxûya-
niya ya ajansa Rûsya ‘înter-
faks”ê de, daxwazên rûsan ên
weke "divê artêşa amerîkiyan ji
îraq’ê derkeve" rexne kiribû.
Her wiha Talabanî digot, ji nû ve
vegera ‘Lukoyl’ê ya li bazara
îraq’ê û bi rejîma nû ya îraq’ê re
pêşxistina têkîliyên nû, girêdayî
yekparebûna "aborî, siyaset û
dîplomasiyê ye.” Ev daxûyaniya
Talabanî gelek watedar bû.
Lewma C.Talabanî dida xûyaki-
rin ku rêya tenê ya par-stendina
s
NÎSAN 2010 — LE MONDE diplomatique
ji vê bazarê destekkirina rejîma
nû ya îraq’ê û federalîzma Kur-
distan’ê ye.
Derbarê xebitandina petrol û
gaza Başurê Kurdistan’ê ku
xwedî 45 mîlyar varîl rezerve-
yên petrolê ye û xwedî qanalên
herî mezin ê gazê ye, 20 fîrma-
yên biyanî kontrat îmze kirin.
Şensê fîrma rûs ku di nava van
fîrmayan de cîh digirt, zêde
mezin xûya nedikir.
Rûsya bi helwesta xwe siyasî
ya destek-nekirina hebûna Kur-
distan’ê, berovajî vê yekê bi ra-
westîna xwe ya li dijî vê hebûnê,
ji bo bi Kurdistan’ê re peyma-
nên berfireh ên aborî mohr bike
li peşiya xwe kelem û astengi-
yeke pir mezin çêdikir. Kurdên
ku di Bexda’yê de jî xwedî gira-
nîbûn, niha gîhîştibûn wê hêzê
ku peywateke di navbêra hikû-
meta îraq’ê û Rûsya’de çêbibe,
asteng bikin.
Di rewşeke wiha de Moskowa
difikirî ku li îraq û Kurdistan’ê
tenê dikare kar û barên mûtehî-
diyê bike û bi tamîrkirina kar-
gehên li îraq’a berê avakiribû re
mijûl bibe. Di nav 1200 fîrma-
yên biyanî yên li Kurdistan’ê bi
qedr û qîmet, fîrmayên rûs, hej-
mara tiliyên destekî derbas ne-
dikir. Jixwe ji sala 2003’an heta
2006’an, hikûmeta îraq’ê tenê
bi dû fîrmayên Rûsya’yê re der-
barê tamîrata santralên elek-
trîkê peymanên piçûk çêkiribû.
Rûsya bi taybetî piştî
2005’an, her çend dixwest siya-
seta xwe ya derve ya li ser Kur-
distan’ê bispêre prensîbên
pragmatîzmê jî, ji stereotîpên
polîtîka derve ya Yekîtiya Sov-
yet’ê rizgar nedibû.
Pirsgirêka Rûsya’yê ew bû ku
kurdan weke partnereke siyasî
qebûl nedikir. Di dema Yekîtiya
Sovyet’ê de siyaseta derbarê
kurdan de jî, dirêjahî û berde-
wamiya siyaseta Tirkiye, îran,
îraq û Sûriye’yê bû û weke fak-
torekî alîkar hatibu destgirtin,
karekterê serbixwe yê pirsgi-
rêka kurd ji nedîtîve dihate
dîtin. Di rêxistina îstîxbaratê ya
rûs de pisporên Kurdistan’ê di-
hatin peydekirin, lê belê di we-
zareta karê derve ya Yekîtiya
Sovyet’ê ne jî di ya Rûsya’ya
hemdem de pisporên raste rast
bi pirsgirêka kurd re mijûl bibin
û li pirsgirêka kurd serdar bin ti
carî peyde nebûne.
Rûsya, di pêvajoyên piştî ku
têkoşina azadiya kurdan gîhîş-
tiye asteyeke cîdî, di qada nav-
neteweyî de deng aniye û li
Bakûrê îraq’ê rastiya Kurdis-
tan’ê domdariyek bi dest xis-
tiye, hîngî ketiye dewrê de û
hewil daye li ser destkeftiyên
kurdan berjewendiyan bidest
bixe.
Eger em li dîroka 20 salên
dawî binêrin, di kûlîsên Mosko-
wa’yê de tenê dû carî pirsgirêka
kurd bi awayekî cidî hatiye nî-
qaşkirin.
Di sala 199 l’ê de ku hêzên
hewayî yên Amerîka’yê iraq’ê
bombe dikir, li Başûrê Kurdis-
tan’ê rêveberiyeke fîîlî ya kur-
dan ava dibû û di sala 1992’an
de ku tevgera PKK’ê zorî dida
Tirkiye’yê, Rûsya hewil daye bi
kurdan re bikeve nav têkîliyê
de, bi taybetî bi rêya rêxistina
îstîxbaratê KGB’ê re bi PKK’ê re
hewildanên hin danûstendinên
bê encam meşandiye.
"Piştgiriya” yekane ya Rûs-
ya’yê ku tim talox dida daxwa-
zên alîkariya leşkerî ya PKK’ê
ew bû ku di sala 1997’an de ji
bo Parlemena Kurdistan a li
Dervehî Welat, destûr dabû li
Moskowa’yê civînekê li dar bixe.
"Hevkariya bi PKK’ê re” ya Rûs-
ya’yê bi armanca meşandina
şerê propaganda û enformas-
yonê bû. Stratejiya bingehîn a
Moskowa’yê bi vê "hevkariyê"
re ew bû, şerê çeçen ê Amerîka
di ser Tirkiye’yê re destek dikir,
ew jî di ser PKK’ya bi Tirkiye’yê
re şer dikir balans bike û ji bo
astengkirina xeta boriyê ya Cey-
han’ê ya wê di ser Kurdistan û
Kafkasan re derbas bûba, bide
xûyakirin ku ew dikare "çeka
PKK’ê” bikarbîne.
Qonaxa dûyemîn ku Rûsya bi
pirsgirêka kurd re ji nêz ve ele-
qedar bûye, piştî 2003’an teqa-
bûlî pêvajoya damezirandina
Dewleta Federe ya li Başûrê
Kurdistan’ê dike. Vê carê Rûsya,
destek dabû dîktatoriya îraq’ê,
"dagirkeriya Amerîka” şermez
kiribû, daxwazên azadiyê yên
kurdan paşçav kiribû û helwes-
teke statukoparêz wergirtibû.
Bi gotinekê, karekterê ser-
bixwe yê pirsgirkê kurd û têko-
şîna azadiya kurdan ti carî li
"berjewendiyên neteweyî" yên
Rûsya’yê hev nehatiye.
Berovajî vê yekê, di demên ku
kurd nêzî armancên xwe bûne,
rûsan hewil daye wan li paş-
xîne.
Di Kanûna 2002’an de, sefîrê
sefaretxaneya iraq’ê yê Rûs-
ya’yê di serdana xwe ya li Kur-
distan’a iraq’ê de ku bi Neçîrvan
Barzanî û Behram Salîh re rû-
niştibû, pîlanên Amerîka yên ji-
hevdexistina rejîma Saddam
şermezar kiribû, yango kurdan
bi lidarxistina komploya li dijî
îraq’ê tewanbar kiribû.
Di 2003’an de Hevserokê Par-
lemena Başûrê Kurdistan’ê Roj
Nurî Şaveş ji bo serdanekê çûbû
Moskowa’yê û li wir neçar ma-
bû gazinc û lomeyên siyasetme-
darên rûs ên derbarê siyaseta
Amerîka ya îraq’ê de guhdar
bike.
Di 2003’an de avabûna dew-
leta federal a kurdan, bala Rûs-
ya’yê ji ber dijberiya DYA’yê
kişandibû. Rûsya pêvajo bi bal-
darî şopandibû, ji bo ku Kurdis-
tan li ser pêyên xwe nesekine,
tiştê ji dest hatibû giş texsîr ne-
kiribû, ji bo bi Kurdistan’a Azad
re têkîliyên siyasî û aborî pêşne-
xîne, heta navîna salên 2000’î li
ber xwe dabû. Rûsya, piştî dît û
fêm kir ku Hikûmeta Herêma
Kurdistan’ê bi awayekî bê-veger
bi hêz bû û kurd di siyaseta
îraq’ê de bûn faktorekî diyarker,
hêdî hêdî ber bi Kurdistan’ê ve
dest bi gav avêtinan kir. Di sala
2005’an de piştî ku Parlemena
Kurdistan’a Yekgirtî vebû û Se-
rokê Herema Kurdistan’ê ku bi
rêyên demokratîk hate hilbijar-
tin dest bi wezîfeya xwe kir, di
qada navneteweyî de eleqeya ji
bo Kurdistan’ê bi hêz bû, evana
giş Rûsya neçar hiştibû ku raste
rast bi Kurdistan’ê re têkîliyên
siyasî deyne. Di sala 2005’an de
sefîrê balyozxaneya Rûsya yê li
îraq’ê, mebestên xwe yên li
Hewlêr’ê vekirina konsolosxa-
neyekê beyan kiribû û piştî hin
rêze hevdîtinan konsolosxane
di sala 2007’an de bi fermî dest
bi xebatan kiribû.
Her wiha piştî sala 2005’an
hin fîrmayên rûs berê xwe
dabûn Kurdistan’ê, li vê dere li
gel çend fîrmayên piçûk, nûner-
tiya kargeha boriyê ya Lipetsk’ê
hatibû damezirandin, bi fîrma
rûs "Horbest Limited" re di mi-
jara li nêzî Hewlêr’ê lêgerîna
gaz û petrolê de peymanname-
yek hatibû mohrkirin û konseya
bazirganî ya Rûsya-Kurdistan’ê
hatibu avakirin.
Di Gulana 2008’an de, rad-
yoya dewletê ya Rûsya’yê "Den-
gê Rûsya’yê” di ser pêlên kurt
derbasî weşana kurdî bibû, ji
meha Cotmehê û pê ve jî ji bo
bajarên Başûrê Kurdistan’ê
Hewlêr, Suleymaniye, Duhok û
Kerkûk’ê di ser pêlên FM’ê dest
bi weşana dû saetan kiribû.
Evana hwmû ango gavên der-
barê Kurdistan’ê de ku dihat
payîn di çarenûsa Rojhilata Na-
vîn de roleke girîng bilîze, ne li
gorî "mezinbûna” Rûsya’yê bû-
ne û di hewildanên hatine kirin
di radeyeke gelek formalîte de
wate. Gelek girîng e ku mirov
analîz bike ka çima hebûna
aborî ya Rûsya’yê li Kurdistan’ê
ew çend lewaz e.
Ji ber ku di vê nivîsê de derfe-
tên me tine ku em sedemên vê
yekê dûr û dirêj dahûrînin, emê
tenê qeneata xwe ya bingehîn
diyar bikin. Li gorî baweriya me,
mebesteke Rûsya’yê xûya nake
ku bi Kurdistan’a "di bin kont-
rala DYA’yê de” têkîliyên aborî
yên cidî ava bike û hewildanên
heyî jî bi îhtîmaleke mezin ji bo
îstîxbaratê û beralîkirina îstîx-
baratê ye.
Y. Nebiyev, di nivîsara xwe ya
bi sernavê "Rûsya û kurd roja
îro" de destnîşaneke wiha ki-
ribû: “ li Rûsya’yê gelek kes nax-
wazin fêm bikin ku ew demên
kurd ji hevdîtina çend sîxûrên
îstîxbarata rûs” dilxweş diman,
li dawiyê man. Ew nêzîkatiyên
xwe yên weke "gava pêwîst bike
wê ji lîstikên xwe re bildn alav,
gava pêwîst neke wê weke hê-
zeke îhtiyadî bisekinînin” ber-
dewam dikin. Heta gelek ji wan
di nav xiyalên wiha xav de ne
ku qaşo kurdan di herêmê de li
dijî berjewendiyên Rojava bi-
karbînin.”
Bi rastî jî siyasetmedarên rûs
rastiya ku kurdên Başûr, dixwa-
zin bi Rûsya’yê re têkîliyên part-
nerî yên ji dil, wekhev û rast
pêşbixînin, gelek zehmet fêm
dikin. Bi qasî tê fêmkirin, wê
Rûsya hêna gelekî zehmetiyê
bikşîne ku kurdan weke lîstik-
vanekî serbixwe yê siyaseta he-
rêmê bibîne. Ev yek jî bê-
baweriya kurdan a li hemberî
Rûsya’yê zêde dike. Talabanî, di
peyama xwe ya bi navgîniya roj-
namevanên rûs de şandibû
wiha digot: "Nêzîkatiyên Rûs-
ya’yê yên ne-dostanî gûmanên
me zêde dike.”
Nêzîkatiya Rûsya’ya hemdem
a li hemberî têkoşîna demokra-
tîk a li Bakûrê Kurdistan’ê (Tir-
kiye) tê meşandin, ji ya Başûr
gelekî ne cûdatir e. Rûsya bi sa-
ziyên qanûnî yên li Bakûrê Kur-
distan’ê re ti têkîliyên wê tine.
Di salên dawî de yekane "qen-
ciya” Rûsya’yê ya ji bo Bakûri-
yan ew bû ku li dijî hemû he-
wildanên bê dawî yên Tirki-
ye’yê, berovajî dewletên Ew-
rûpî, Rûsya PKK nexistibû nav
lîsteya "rêxistinên teror" de.
Bi dawîbûna şerê sar re ber-
jewendiyên Rûsya û Tirkiye’yê
hin caran li hev gûnciwîne.
Weke mînak, parlemena Ko-
mara Tirkiye’yê ku destûr neda
artêşa DYA’yê di ser Tirkiye’yê
re bikeve iraq’ê de, tezkereya
Adar’a 2003’an derxistibû. Na-
veroka vê teskereyê li gorî dilê
siyaseta Rûsya’yê bû ku li dijî
hilweşandina Saddam derdiket.
Di Tebax’a 2008’an de di şerê
navbêra Rûsya û Gurcîstan’ê de,
Tirkiye bi hêceta peymana
Montro’yê destûr dabû ku pir bi
sînoor keştiyên şer ên Ame-
rîka’yê di tengavên tirk re der-
bas bibin, ku ev yek Rûsya’yê
dilxweş kiribû. Di mijara şerê
DYA’yê yê şerê Afganîstan’ê de,
helwestên her dû dewletan di-
şibiyan hev.
Di qada aborî de Rûsya û Tir-
kiye di nava hevkariyeke cidî de
ne. Di sala 2008’an de hecma
bazirganiya derve ya di navbêra
her dû dewletan de bibû 35 mîl-
yar dolar, ji bo pênc salên daha-
tûyê hat hedefkirin ku hecim
bigîje 100 mîlyar dolarî. Di
rewşa heyî de Tirkiye ji sedî %
68’ê pêwîstiya xwe ya gazê ji
Rûsya’yê temîn dike. Her wiha
di navbêra Tirkiye û fîrma
"Gazprom” a Rûsya’yê de pey-
watek hatiye çêkirin ku xeta bo-
riya gazê ya "Herikîna Başûr” di
derya Reş a Tirk re derbas bibe.
Di Tebax’a 2009’an de li En-
qere’yê Putîn û Erdogan gelek
peymanên bazirganî-aborî
mohr kirin. Di meha Gulan’ê ya
îsal de tê payîn di gera Seroltko-
marê Rûsya’yê Medvedyev ya
Tirkiye’yê de peymanên berfi-
reh ên nû werin rojevê.
Bi kurtahî, teqez e ku Rûsya
wê di çarçoveya têkîliyên aborî
yên bi Tirkiye’yê re dimeşîne li
daxwazên mafdar ên Kurdên
Bakûr binêre. Ji aliyê naverokê
NÎSAN 2010 — LE MONDE diplomatique
G
■
WIWM'
M ^TtWP*
Ahmet Giimuştekin (Tav û Deng)
ve, ev têkilî, ti ferqa xwe ji têkî-
liyên bazirganî yên Yekîtiya Sov-
yet’ê bi Rejîma Saddam re ji
1970’an heta 2003’an meşand,
tineye. Bê gûman, ji salên nos-
taljiya "evîna platonîk’’ wêdetir
wateya xwe tine ku Kurd, ji ber
têkîliyên wê yên ji bo berjewen-
diyên aborî bi Tirkiye’yê re di-
meşîne, ji Rûsya’yê bixeyide.
Lê belê li gorî baweriya me
fêde heye ku mirov tiştekî wiha
bîne bîra rêveberên rûs: Têko-
şîna kurd her çend bi gavên
giran û azar bimeşe jî, divê hêza
vê têkoşînê ya "hilweşandina
rejîman” neyê jibîrkirin. Nêzîka-
tiya dijber a Rûsya’yê ya li hem-
berî hebûna siyasî ya Kurdis-
tan’ê her weke ku wê windahi-
yeke ciddî bi kurdan nede jiyan-
din, wê tiştekî cidî jî bi rûsan
nede qezençkirin.
Ji aliyê din ve di vê pêvajoyê
de ku em dikevin dehsala dûye-
mîn a sedsala 21. de, em dibînin
ku li Rojhilata Navîn tekîliyên
"stratejîk" û qada bandorê ya
Rûsya’yê bi gelemperî bi komên
marjînal ên oldar û îdeolojiyên
sosyalîst re û rejîmên mehkûmî
hilweşînê (mînak: îran) re bi
sînor e. Rûsya, hêna bi israr si-
yaseta parastina statukoya li
herêmê dimeşîne. Bi awayekî
dîrek û îndîrekt parastin û hî-
mayekirina saziyên paşverû
teokratîk, monarşîk (mînak: Sû-
riye) û antî demokratîk û rejî-
mên nihêrvan (mînak: Tirkiye)
di warê pîvanên demokrasiya
hemdem a navneteweyî û ji
aliyê exlaqa siyaseta demokra-
tîk ve ti aliyê wê yê mafdar û
were parastin tine ye.
Ji aliyê din ve dîrok; nîşand
dide ku li Rojhilata Navîn ên re-
jîmên statukoparêz ên bi navên
"komar", "demokrasî" ku nî-
zama rêvebirinê ya serdama
navîn tîne bîra mirovan diparê-
zin bi sernakevin, berovajî vê
yekê kesên hewil didin û vîna
gûherîn û vegûhezîna vê yekê
nîşan didin bi ser dikevin,
mezin dibin û pêş dikevin.
Pêşketinên di salên destpêkê
yên sedsala 21. de tên dîtin, bi
hemû aliyê xwe datîne holê ku
li Rojhilata Navîn "sedsala kur-
dan’’ destpê kiriye. Kurdan, li
herêmê li ser bingeha gûhertina
statukoyên paşverû vîneke bi
hêz nîşan dane. Bê gûman, ji bo
têkoşîna demokrasiyê ya ku
kurd li dijî statukoparêzan di-
meşîne, alîkariya helwestên
hêzên derve yên gûherînxwaz jî
çêbûye.
Ji niha û pê ve li Rojhilata
Navîn rêya bi bandorbûyînê ji
parastina demokrasiya herêmê
û azadiyan derbas dibe. Paras-
tina rejîmên li ber hilweşan-
dinê, her weke ku wê Rûsya’yê
ji hêz û taqetê bixîne, dikare
bibe sedem ku wê bi tevahî ji
Rojhilata Navîn jî dûr bixîne.
Ev nîvîs ji bo Le Monde diploma-
tiquê kurdî hatiye nivîsandin.
Wergera ji tirkî
Nurettin Akad
7
NÎSAN 2010 — LE MONDE diplomatique
SIYASETA NÛ LI SER DENGEYA ATOMÎK
Cîhana bê nûkleer û Barack Obama
Selig S. Harrison*
end deh gotinên bibawer
karibûn bibin sedemêku
Serok Barack Obama
xwe berbi girtina Xelata
Nobel'ê ya Aştiyê bike. Bi
vî awayî ew bû lewendê derdorên
dijî çekan û di hin aliyan de kêma-
qilê derdorên fanatîkên nûkleerê.
Dema ku wî soz da ku ewê peyma-
nên di derbarê kontrolkirina çekên
nûkleer bi Rusya'yê re dirêj bike û
her wiha firehtir bike -ev weke
peymanên ji bo kêmkirina çekên
stratejîk (Strategi
Lire la suite
- 8.99 MB
- 15
Vous recherchez le terme ""

53

71

64